Di nav dawetê de teqîn: 46 kuştî û birîndar!
Fermandeyekê Operasyona Enbarê, eqîd Welîd El-Dilêmî di daxuyaniyekê de ragihand, "teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî çê bûye û dawetek li başûrê bajarê Felûceyê kiriye armanc."
Eqîd, Welîd El-Dilêmî got: "Li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqînê de herî kêm 16 welatiyên iraqî hatine kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûne."
Welîd El-Dilêmî herwiha da xuyakirin, xwekujekî otomobîla bombekirî bire nav dawetekê li devera Amiriye ya li başûrê Felûceyê û di nav dawetê de teqand.
El-Dilêmî amaje bi wê yekê jî kir, ku di nav wê dawetê de ji bilî welatiyên sivîl, çend kes û berpirsên leşkerî û ewlehiyê jî hebûne.
Wî fermandeyê iraqî destnîşan kir, ku hêzên ewlehiyê xwe gihandine cihê bûyerê û cenaze veguhastine pizîşkiya dadê û kesên birîndar jî rakirine nexweşxaneyê, da ku werin çareserkirin.
Rudaw
