• Monday, 23 February 2026
logo

Wezareta Xwendina Bilind: Zêdetirî 31 hezar xwendekar bo zanîngehan hatine wergirtin

Gulan Media November 18, 2016 Nûçe
Wezareta Xwendina Bilind: Zêdetirî 31 hezar xwendekar bo zanîngehan hatine wergirtin
Navên wan xwendekar û şagirdên ku bo zanîngeh û peymangehên fermî yên Herêma Kurdistanê hatine wergirtin, hatin eşkerekirin.

Wezareta Xwendina Bilind a Kurdistanê ragihand, bo weza nû ya xwendinê, zêdetirî 31 hezar xwendekar û şagird bo zanîngeh û peymangehên fermî yên Kurdistanê hatine wergirtin.


Wezaretê her wiha da zanîn ku îsal bi giştî rêjeya %64 ji xwendekar û şagirdên qonaxa dawî ya lîseyê hatine wergirtin.


Wezareta Xwendina Bilind bang li wan xwendekaran jî kir ku piştî ku navê xwe li ser vê malperê “www.regayzanko.com” dîtin serdana zanîngeh û peymangeha xwe bikin ji bona tomarkirina navê xwe çimkî sala nû ya xwendinê roja 26 vê mehê dest pê dike.


Wê wezareta hikûmeta Kurdistanê 7 roj jî mohlet daye wan xwendekarên ku ji encaman razî nînin.

basnews
Top