Wezareta Xwendina Bilind: Zêdetirî 31 hezar xwendekar bo zanîngehan hatine wergirtin
Wezareta Xwendina Bilind a Kurdistanê ragihand, bo weza nû ya xwendinê, zêdetirî 31 hezar xwendekar û şagird bo zanîngeh û peymangehên fermî yên Kurdistanê hatine wergirtin.
Wezaretê her wiha da zanîn ku îsal bi giştî rêjeya %64 ji xwendekar û şagirdên qonaxa dawî ya lîseyê hatine wergirtin.
Wezareta Xwendina Bilind bang li wan xwendekaran jî kir ku piştî ku navê xwe li ser vê malperê “www.regayzanko.com” dîtin serdana zanîngeh û peymangeha xwe bikin ji bona tomarkirina navê xwe çimkî sala nû ya xwendinê roja 26 vê mehê dest pê dike.
Wê wezareta hikûmeta Kurdistanê 7 roj jî mohlet daye wan xwendekarên ku ji encaman razî nînin.
basnews
