Serokê Şaredariya Wanê Bekir Kaya hate girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de Şaredarê Wanê Bekir Kaya û 4 karmendên din yên şaredariyê duh hatibûn binçavkirin.
Mehkemekirina Bekir Kaya û 4 kesên dî heta îro danê sibê ji berdewam kir û di encamê de Şaredar Bekir Kaya û kesek hatin girtin, 3 kesên din hatin berdan.
Şaredar Bekir Kaya duh ji kar hatibû dûrxistin û di şûna wî de parêzgerê Wanê Îbrahîm Taşyapan wekî qeyyûm hayibû danîn.
k24
