• Monday, 23 February 2026
logo

Serokê Şaredariya Wanê Bekir Kaya hate girtin

Gulan Media November 18, 2016 Nûçe
Serokê Şaredariya Wanê Bekir Kaya hate girtin
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya piştî mehkemekirinê hate girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de Şaredarê Wanê Bekir Kaya û 4 karmendên din yên şaredariyê duh hatibûn binçavkirin.

Mehkemekirina Bekir Kaya û 4 kesên dî heta îro danê sibê ji berdewam kir û di encamê de Şaredar Bekir Kaya û kesek hatin girtin, 3 kesên din hatin berdan.

Şaredar Bekir Kaya duh ji kar hatibû dûrxistin û di şûna wî de parêzgerê Wanê Îbrahîm Taşyapan wekî qeyyûm hayibû danîn.

k24
Top