• Friday, 22 May 2026
logo

Tirkiyê dê êriş bike - Efrîn di xeterê de ye!

Gulan Media November 18, 2016 Nûçe
Tirkiyê dê êriş bike - Efrîn di xeterê de ye!
Li gor medyaya Tirkiyê, serokerkaniya Artêşa Tirkiyê aşkere kiriye ku piştî kontrolkirina bajarê Babê li rojhilatê bakurê Helebê, dê hêzên Tirkiyê û opozisyona Sûriyê ber bi Efrînê pêşde biçin.

Piştî nîzîkbûna hêzên opozisyona Sûriyê bi piştgiriya rasterast a Artêşa Tirkiyê ji bajarê Babê, ku girîngtirîn bajarê rojhilatê bakurê Helebê ye û di jêr destê çekdarên DAIŞê de ye, metirsiyên li ser Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê zêde dibin.

Medyaya tirkî, li ser zimanê Serfemandariya Artêşa Tirkiyê belav kiriye ku piştî Babê, dê hêzên Tirkiyê û opozisyona Sûriyê bi şêweyekî bilez berê xwe bidin Herêma Efrînê.

Ji destpêka vê meha Mijdarê ve, hêzên Artêşa Tirkiyê çendîn caran hin cih, gund û xalên kontrolkirinê li Herêma Efrînê, bi topxaneya giran bi armanc girtibûn.

Bêdengiya her yek ji Rûsya û Amerîka derbarê êrîşên Tirkiyê li ser Herêma Efrînê û herwiha cihên Hêzên Sûriya Demokratîk de û bi taybet li Tilrifet, Minix û derdorên wan, hiştiye ku çavdêrên rewşa herêmê pêşbîniya êrîşên berfirehtir li ser Efrînê bikin.

Hikûmeta Tirkiyê ragihandiye, ku wan êrîşên xwe li ser HSDê li bakurê Helebê ji nû ve dane destpêkirin, piştî ku bi gotina Tirkiyê, li ser daxwaza çend welatan, wan êrîş ji bo çend rojan ragirtibûn.

Herêma Efrînê, herêmeke çiyayî ye û bi av û çandiniya xwe pirr zengîn e.

Li Herêma Efrînê, 18 milyon darên zeytûnan, û bêhtirî 200 kargehên guvaştina zeytûnan hene.

1- Li Efrînê 18 milyon darên zeytûnan hene
2- Li Efrînê 2 milyon darên hinaran hene

Li Herêma Efrînê 2 milyon darên hinaran, bi hezaran darên mêweyên din hene û herwiha genim, ce, nok û nîsk jî tên çandin.

Herêma Efrînê dike navbera herdû deverên Idlibê li rojava û bakurê Helebê li rojhilat. Her du dever jî di jêr kontrola opozisyona ser bi Tirkiyê ve ne, ev jî dihêle ku metirsiya wê yekê hebe.

Li gor çavdêran, dibe ku Tirkiyê û opozisyona Sûriyê hewla kontrolkirina Efrînê bidin ji bo ku devereke yekgirtî ji bakurê Laziqiyê û heta bakurê Helebê bixin bin kontrola xwe û herêmek yekgirtî damezrînin.

Rudaw
Top