Li Ezazê êrişeke din a xwekujî qewimî
Li gorî agahiyan, ber bi êvarê li bajarê Ezazê êrişeke din a xwekujiyê bi rêya otomobîleke bombekirî pêk hat.
Hat gotin ku êriş li hember baregeheke çekdarên koma bi navê Ehrar El-Şam pêk hatiye û di encamê de gelek çekdarên wê koma opozîsyona Sûriyê hatine kuştin.
Îro danê nîvro jî li Ezazê êrişek bi wî rengî qewimîbû. Ew êriş jî li dijî cebilxaneya koma Nûredîn El-Zenkî ya opozîsyona Sûriyê pêk hat û di encamê de 30 çekdarên wê komê hatibûn kuştin.
Li bajarê Ezazê ev çend roj in di navbera komên mîna Nûredîn El-Zenkî, Ehrar El-Şam ên girêdayî Tirkiyê û Cebhe El-Şamiyê û Asîfet El-Şemal de şerên giran diqewimin.
Basnews
