• Monday, 23 February 2026
logo

Asayîşa Amûdê Hesen Salih û çend serkirdeyên partiya Yekîtî berdan

Gulan Media November 18, 2016 Nûçe
Asayîşa Amûdê Hesen Salih û çend serkirdeyên partiya Yekîtî berdan
Asayîşa bajarê Amûdê Cîgirê Sekreterê partiya Yekîtî Hesen Salih û çend berpirsên din yê wê partiyê serbest berdan.

Duh, asayişa bajarê Amûde bi ser nivîsgeha PYKS de girtibûn û Cîgirê Serokê wê partiyê Hesen Salih û Endamên Pîlotbîra PYKS Ebdisemed Xelef Biro, Enwer Naso, Marûf Mela Ehmed û Sebrî Mîrza binçav kirinibûn.

Piştî girtina wan bi çend saetan Asayîşa Rojava her yek ji Cîgirê Serokê wê partiyê Hesen Salih, endamê komîta siyasî parêzer Sebirî Mîrza, fêsel Qadirî û endamê komîta ciwanan Mêrvan Emo serbest berdan.

Ji aliyeke din asayîşê her yeke endamê ENKS li bajarê Amûdê Hisên Şehate berdan, herwiha Şoreş Hiso û Ciwan Eco jî.

Cîgirê Serokê PYKS Hesen Salih dawî car roja 15 Tîrmehê ligel hejmarek ji endamên partiya xwe û Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) jî hatibû girtin.

K24
Top