Piştîwan Sadiq: Heta ku Iraq perçe nebe pirsgirêk çareser nabin
Wezîrê perwerdê, Piştîwan Sadiq di konferansekê de ku ji bo krîza penaberan li Duhokê hatê bû rêkxistin gotinek pêşkêş kir û got pêkvejiyan di navber Sunne û Şie yên Iraqê zehmet û bi ti awayekê ew aliyene nikarên bin siya yek welatê de bijîn.
Piştîwan Sadiq ser rewşa herêma Kurdistanê de jî aşkere kir ku niha hikûmeta herêma Kurdistanê wek dewletekê kar dike û bûye rastiyek li ser erdê.
Ew berpirse di wê baweriyê deye heta ku Iraq yekparçe be ew pirsgirêkên taifî û etnîkî jî dê berdewam bin û çi aliyek jî nikare wan pirsgirêkan çareser bike.
Herwaha wezîrê perwerda hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand ku ya herî başe ew ye ku Iraqê dabeş bibe bi ser sê dewletên Şie û Sunne û Kurdistanê de.
Basnews
