• Monday, 23 February 2026
logo

Piştîwan Sadiq: Heta ku Iraq perçe nebe pirsgirêk çareser nabin

Gulan Media November 17, 2016 Nûçe
Piştîwan Sadiq: Heta ku Iraq perçe nebe pirsgirêk çareser nabin
Wezîrê perwerdeya hikûmeta herêma Kurdistanê ragenad : heta ku Iraqê perçe nebe pirsgirêkên wê welatî jî çareser nabin.

Wezîrê perwerdê, Piştîwan Sadiq di konferansekê de ku ji bo krîza penaberan li Duhokê hatê bû rêkxistin gotinek pêşkêş kir û got pêkvejiyan di navber Sunne û Şie yên Iraqê zehmet û bi ti awayekê ew aliyene nikarên bin siya yek welatê de bijîn.

Piştîwan Sadiq ser rewşa herêma Kurdistanê de jî aşkere kir ku niha hikûmeta herêma Kurdistanê wek dewletekê kar dike û bûye rastiyek li ser erdê.

Ew berpirse di wê baweriyê deye heta ku Iraq yekparçe be ew pirsgirêkên taifî û etnîkî jî dê berdewam bin û çi aliyek jî nikare wan pirsgirêkan çareser bike.

Herwaha wezîrê perwerda hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand ku ya herî başe ew ye ku Iraqê dabeş bibe bi ser sê dewletên Şie û Sunne û Kurdistanê de.

Basnews
Top