McGurk: YPG dê ji Minbicê derbikeve
McGurk li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya Twitterê daxuyand ku dê şervanên YPG xwe vekişin rojhilatê çemê Firatê.
Brett McGurk got: “Piştî ku rahênana hêzên lokal temam bû û ji bo ewlekariya navçeyê hatine erkdarkirin dê hemû şervanên YPGê ji Minbicê derbikevin û vegerine rojhilatê Firatê.”
Nûnerê Taybet ê Omaba got ku welatên hevpeymanan şanaziyê dike ku piştgirî dide hêzên lokal da ku navçeyên xwe biparêzin û got: “êdî DAIŞ nikare vegere navçeyên wan.”
Derbarê operasyonên Reqa û Mûsilê jî McGurk dibêje, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji rojhilatê Firatê ve pêş dikevin û DAIŞê di Reqayê de dorpêç dikin. Ev jî di demekî de ye ku hêzên ıraqî ketine nav taxên Mûsilê.”
YPG em vedikişin
Ji aliyê din ve Fermandariya Gîştî ya YPGê jî ragihand ku ew hêzên xwe ji Minbicê vedikişin û tevlî operasyona Xezeba Firatê ya kontrolkirina Reqayê dibin.
Fermandariya Gîştî ya YPG’ê diyar kir ku piştî wan erka xwe ya kontrolkirina Minbicê û perwerdekirina hêzên lokalî yên Minbicê qedandin, ew hêzên xwe ji bajarê Minbicê dikişin.
Rudaw
