Li Amedê polîsek bi kuştî hat dîtin
Li gorî agahiyan, ji ber ku piştî demekê dirêj ti agahî li ser polîsekî ser bi Fermandeyiya Asayişa Navçeya Pasûr a Amedê yê bi navê Ufuk M. nayê zanîn, havlên wî yên polîs bo zanîna rewşa wî serdana mala wî kirin.
Piştî ku hêzên polîs digihîjin mala Ufuk M li derî dixin lê kes derî venake û ew jî bi neçarî derî dişkênin û dikevin nav malê. Dema ku hêzên polîs dikevin mala Ufuk, dibînin, ku ew bi awayekê kuştî li erdê ketiye û gulle li serê wî ketine.
Herwiha demançeya wî polîsî jî li kêleka wî li erdê tê dîtin.
Polîsê Pasûr a Amedê ragihand, ku lêkolînên derbarê dosyayê de hatiye destpêkirina.
Termê Polîsê kuştî bo lêkolînên zêdetir li ser çawaniya mirina wî, rakirin pizîşkiya dadê ya Pasûrê.
Polîs herwiha ragihand, ku egera wê yekê heye ku wî polîsî xwe kuştibe.
Rudaw
