• Friday, 27 February 2026
logo

Berpirsê Gorranê: Hikmê Sedam ji hikmê Kurdistanê baştir bû!

Gulan Media November 16, 2016 Nûçe
Berpirsê Gorranê: Hikmê Sedam ji hikmê Kurdistanê baştir bû!
Berpirsekî pilebilind ê Tevgera Gorranê jî di xwepêşandana mamostayên nerazî de li Silêmaniyê axivî û ragihand, berê kurdan digot, Sedam û hikûmeta wî dijminê me ne û nebaş in, lê belê niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek ji wan nebaştir e.

Mamostayên nerazî duh sêşemî 15ê Mijdarê li bajarê Silêmaniyê li pêşberî Perwerdeya Silêmaniyê xwepêşandaneke nerazîbûnê li dar xistin.

Berpirsê pilebilind ê Tevgera Gorranê, Hakim Şêx Letîf jî di xwepêşandanê de amade bû û axavtinek kir.

Hakim Şêx Letîf nerazîbûna xwe li hember biryara paşekewtkirina mûçeyan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve anî ziman û ragihand: “Sîstema paşekewtkirina mûçeyan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve biryareke ne yasayî ye û divê hikûmet vê biryarê hilweşîne.”

Şêx Letîf herwiha behsa dema desthilatdariya rejîma Beis û Serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên jî kir û ew desthilatdarî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dan ber hev û got, ku hikûmeta Sedam baştir ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Şêx Letîf wiha axivî:

“Caran me digot, Sedam û hikûmeta wî dijminên me ne û nebaş in, lê belê vê hikûmetê (Hikûmeta Herêma Kurdistanê), ji wan nebaştir bû. Sedam 33 sal desthilatdarî kir û şerê welatan kir, lê belê mûçeyên fermanberan qut nekir.”

Wî berpirsê Gorranê di beşeke din a gotara xwe de bang li fermanberên Herêma Kurdistanê kir û got: “Ez daxwaz li hemû fermanberên Herêma Kurdistanê dikim, ku giliyek yasayî li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê tomar bikin.”

Hakim Şêx Letîf ji xwepêşanderan re tekez kir: “Her tiştek ku ji destê min were, ez dê bo we bikim û ez dê piştevanê we bim. Ez dê hemû demî bi we re bim û ez teqes bawer im ku giliyên we dê hikûmetê neçar bike ku biryara xwe ya paşekewtkirina mûçeyan li ber çavan re derbas bike.”


Heyama mehek û nîv e, ku xwandingehên li her du parêzgehên Hewlêr û Duhokê vebûna û proseya xwandinê dest pê kiriye, lê belê mamostayên her du parêzgehên Silêmanî û Helebceyê, ku îdareyên Raperîn û Germiyanê jî li xwe digirin, dest bi boykotê kirine û xwepêşandanan li dar dixin.

Mamostayên nerazî daxwaza dikin, ku rewşa wan were baştirkirin û sîstema paşekewtkirina mûçeyan jî bihê hilweşandin.

Rudaw
Top