Enqerê hişyarî da PYDê!
duh sêşemî 15ê Mijdara 2015, li bajarê Enqerê ji bo pev girêdana Bulwara Sabanci û erdên yekîneyên zirhî yên devera Baglica protokolek di navbera Wezareta Berevaniya Tirkiyê û Şaredariya Mezin a Enqerê de hat îmzakirin.
Di merasîma îmzakirina protokolê de, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikri Işik jî amade bû û gotarek pêşkêş kir.
Fikri Işik di axavtina xwe de amaje bi rewşa Sûriyê û bi taybet jî bakurê wî welatî û Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, ku eger Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dest ji fikra gihandina kantonan bi hev bernede, dê berdêleke giran bide.
Işik herwiha tekezî li ser berdewamiya operasyona Mertala Firatê kir û wiha got:
“Operasyona Mertala Firatê bi serkevtinên mezin ve berdewam dike. Ev operasyon bi pêşengiya Artêşa Sûriya Azad û bi piştgiriya hêzên taybet ên Tirkiyê birêv diçe. Em di rewşek wisa de nînin, ku ji vê zêdetir zanyariyan bidin.”
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê bi gotina, “em naxwazin PYD nêzîkî El-Babê bibe”, tekez kir: “Derbarê El-Babê de, her kes hesasiyetên Tirkiyê dizane. Di vê bareyê de, bi ti awayî mumkin nîne, ku em tehdîda PYDê bi ciddî wernegirin.
Li wê derê, bi ti awayî em naxwazin PYD nêzîkî El-Babê bibe. Di rewşeke wisa de ku dest ji xeyala bi hev gihandina kantonan dest bernedin, dê berdêlek giran bidin.”
Fikri Işik di berdewamiya axavtina xwe de ragihand, ku pêştir her kesî dît, ku çawan Tirkiye rûbirûyê PYDê bû û Tirkiye di wê yekê de ciddî ye.
Işik da zanîn, ku rûbirûbûna bi PYDê re li gorî planên Enqerê dimeşe û ji niha û pê de jî dê li gorî planên amadekirî bimeşe û destnîşan kir, ku ew rûbirûbûn dê heta wê demê berdewam bin, ku ew bigihîjin armancên xwe.
Rudaw
