Du komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser deriyê sînor li hev dan
Îro danê sibê du komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, li bajarê Ezazê li ser deriyê sînorî yê Bab Elselamê li hev dan.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de ku heta niha jî didome, gelek çekdar hatine kuştin.
Li gorî medyaya Tirkiyê, bi derketina wî şerî re deriyê sînorî yê Oncupinarê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hat girtin.
Deriyê sînorî yê Oncupinarê di navbera bajarên Kilîs (Tirkiye) û Ezazê (Sûriye) de ye. Li aliyê Sûriyê jê re dibêjin Bab Elselam.
Tê gotin şer di navbera çekdarên Cebhet el Şamiyê û tabûra Sultan Murat, ku hemû turkmen in, de derketiye.
Basnews
