• Monday, 23 February 2026
logo

Du komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser deriyê sînor li hev dan

Gulan Media November 15, 2016 Nûçe
Du komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser deriyê sînor li hev dan
Li bajarê Ezazê yê Sûriyê, du komên çekdar ên alîgirên Tirkiyê li hev dan. Tirkiyê jî sînorê xwe bi ser wan de girt.

Îro danê sibê du komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, li bajarê Ezazê li ser deriyê sînorî yê Bab Elselamê li hev dan.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de ku heta niha jî didome, gelek çekdar hatine kuştin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, bi derketina wî şerî re deriyê sînorî yê Oncupinarê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hat girtin.

Deriyê sînorî yê Oncupinarê di navbera bajarên Kilîs (Tirkiye) û Ezazê (Sûriye) de ye. Li aliyê Sûriyê jê re dibêjin Bab Elselam.

Tê gotin şer di navbera çekdarên Cebhet el Şamiyê û tabûra Sultan Murat, ku hemû turkmen in, de derketiye.

Basnews
Top