Serokê firaksiyona Yekgirtû: Bila Gorran bi xweseriya parêzgehan nelîze!
Piştî ku parlamenterên Gorranê li parlamentoya Iraqê û rayedarên wê bizavê behsa wê yekê kirin ku bila Bexda yekser bi parêzgehên Kurdistan û Iraqê re danûstandin bike, nerazîbûnên li dijî wê daxwaziyê her ku diçe zêde dibin.
Serokê firaksiyona Yekgirtû li parlamentoya Iraqê, Musenna Emîn jî li ser rûpela xwe ya facebookê li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da û got, madem hûn dixwazin kirîza darayî çareser bikin, ti kesî pêşiya we negirtiye. Dahata Silêmaniyê di destê YNKê de ye û li Bexdayê jî pere di destê Ebadî (serokwezîrê Iraqê) de ye, kerem kin çareser bikin.
Musenna Emîn her wiha got, her kesê ku bixwaze çareyekê ji kirîza darayî re bibîne emê destê wan maç bikin. Eger ev pirojeya we bikeve xizmeta karmendan wê çaxê pêwîstî bi me û PDKê jî nake. Kerem kin bikin.
Wî parlamenterê Yekgirtû di dawiyê de wiha gazî Gorranê kir: Hûnê çi bikin bikin, pêwîst nake hûn bi mijara xweseriya parêzgehan bilîzin û bi wê yekê propaganda bikin!
Di çend rojên borî de rayedarên PDKê bi tundî li dijî wê daxwaza Gorranê nerazîbûn nîşan dabûn.
Basnews
