Necmedîn Kerîm: Vegera Bexdayê ti pirsgirêkan çareser nake!
Parêzgarê Kerkûkê di panelêkê de li Washingtonê derbarê pêkvejiyanê li Kerkûkê û Mûsilê piştî DAIŞê de amaje kir ku, bi dirêjehiya îsal ti bûdçeyek ji Bexdayê ve negihêştiye Kerkûkê.
Derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bo Bexdayê û hevdîtina ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, Kerîm got: “Serok Barzanî ligel Ebadî pirsa serxwebûnê behs kiriye û Amerîka jî pêşwazî li wê serdana Barzanî bo Bexdayê kiriye.”
Basnews
