• Monday, 23 February 2026
logo

“Eger Barzanî neba, DAIŞ nedişikest!”

Gulan Media November 15, 2016 Nûçe
“Eger Barzanî neba, DAIŞ nedişikest!”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh duşemî li bajarokê Pîrmam ê girêdayî Hewlêrê, pêşwazî li Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nucêyfî û şandeke pilebilind a Fraksyona El-Mutehidûn a li Parlamentoya Iraqê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û tê de ragihand, ku Mesûd Barzanî û Usame Nucêyfî behsa serkevtinên dawîn ên Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê di operasyona rizgarkirina Mûsilê û deverên din de kirin.

Barzanî û Nucûyfî herwiha hemahengî û plana leşkerî ya hevbeş a di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de bilind nirxandin.

Herwiha Usame Nucûyfî û şanda Fraksyona El-Mutehidûn, li hember serkevtinên ku di şerê li dijî terorîstan de bi dest hatine, pîrozbayî li Barzanî û Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Usame Nucêfî û şanda El-Mutehidûn ragihandin: “Eger serkirdatiya hekîmane û serkevtiyane ya Serok Barzanî nebam DAIŞ bi wê hemû hêz û şiyana xwe şikestên wisa mezin nedixwar û herêm dê çarenivîsek (qedereke) pirr xeter heba.”

Heman şandê tekez jî kir: “Bo qonaxa piştî DAIŞê jî ku gelek hesas e, çavê me li rola giring û serkirdatiya wî ye.”

Usame Nucêyfî û şanda Fraksyona El-Mutehidûn di berdewamiya civînê de, li hember hewandina hejmareke zêde ya koçber û lêqewimiyan spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê jî kirin û ragihandin, ku ew ti carî wê helwestê ji bîr nakin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ku Mesûd Barzanî di vê civînê de ragihand: “Hewandina koçberan pêwîstî bi spas û pêzanînê nîne, çimku ew yek şêwe û nirxê bilind ê xelkê Kurdistanê ye.”

Derbarê qonaxa piştî DAIŞê de jî, Barzanî da xuyakirin: “Berî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê, min çend caran daxwaz kir, ku li gel operasyona leşkerî pêwîst e, ku rêkevtineke siyasî hebe, da ku pêşeroja pêkhateyan parastî be û hemû eger û astengî li ber çav bên girtin. Niha jî ku komîteya hemahengiyê heye, hêviya me ev e ku bi awayekê ciddî kar ji bo qonaxa piştî DAIŞê bihê kirin û hemahengiyek hebe ku rê ji dubarebûna karesatan bigire.”

Li gorî daxuyaniyê, her di vê civînê de Barzanî û Nucêyfî behsa mekanîzmên hemahengiya navbera aliyan, bo rûbirûbûna wan astengiyên ku piştî rizgarkirina Mûsilê têne pêş, kirin, bi curekê ku îstiqrar û aramî bo hemû pêkhateyên parêzgehê misoger bike û jiyan û malên wan parastî bin û bawerî bo wan bihê vegerandin.

Rudaw
Top