Erdogan û AK Partî giliyê CHP kirin
Di daxuyaniya Sekreterê Giştî yê AK Partî Abdulhamit Gul de tê diyar kirin, ku ”Daxuyaniya Encamî ya Civîna Meclisa CHP ji serî heta dawî bi hakaret û derew hemberî Serokkomarê me, Partiya me û gelê me dagirtiye. Girêdayî vê yekê me giliyê vê daxuyaniyê li gel Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê kir. CHP, li gel rêxitinên terorê dijberiya Komara me û gelê me dike. Milletê me dê bersîva CHP di her qadî de bide!“
Tê zanîn ku, di Civîna xwe ya Meclisa Partiyê de CHP daxuyaniyek belav kiribû û tê de amaje bi têkiliyên AK Partî bi Qandilê re, herweha hevdîtinên li Dolmabahçeyê di navbeyna hikumetê û çendîn parlementerên HDP de kiribê. Herweha rexne li siyaseta hikumetê ya girêdayî girtina rojnameya Cumhuriyetê anîbû zimên.
K24
