• Monday, 23 February 2026
logo

PKK dixwaze Şingalê bike Qendîlek din

Gulan Media November 14, 2016 Nûçe
PKK dixwaze Şingalê bike Qendîlek din
PKK hejmara çekdarên xwe li Şingalê zêde dike û çend binkeyek din vedike, qaymeqamê Şingalê jî ragehand, Saziya UN a nûnertiya Iraqê, hevpeyman û Amerîkayê jî soz dane ku, êzdiyan bi hemû awayekê wê biparêzin û PKKê li Qendîlê wê dûrxin.

Çavkaniyekî leşkerî li Şingalê bo rojnameya Bas aşkera kir: ‘’Anîna hêza zêde ji aliyê PKKê ve bo Şingalê û du awayan mirov ji aliyê leşkerî ve vê mijarê bixwîne, ya yekem armanca ewqas hêz anînê wekî ku Şingal ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hate azadkirin, zêdetir ji 200 çekdarên PKKê xwe xistin nav bajêr û binke ji xwere vekirin, dibe ku heman tiştî bo Mûsilê jî dixwazin bikin.

Ya duyem jî, dibe ku PKK dixwaze çiyayê Şingalê bike qendîlekî din û heta bikarê lê bimîne.

Berî naha rojnameya Bas aşkera kiribû, fermandarê leşkerî yê Îranê Qasim Silêmanî û hevserokê KCKê Cemîl Bayik li Silêmaniyê hevdîtinek pêkanîne û daxwaza fermî ya Qasim Silêmanî ji Cemîl Bayik ew bûye ku, PKK ber bi Mûsilê ji çiyayê Şingalê ve bikeve tevgerê.

Lê parlamenterê PDKê Şaxewan Ebdula, du salên borî de biryarderê lijneya asayîş û berevaniyê bûye li parlamentoya Iraqê û ji Bas re ragehand, li gor rêkeftina ku hatiye kirin bo girtina Mûsilê û di navbera hevpeymanên dijî DAIŞê de, PKK û çend grubek ên Heşdî Şeibî eger bikevin tevgerê wê li wan bê dayîn û got: ‘’PKK eger ji Şingalê bê xwarê û ber bi Mûsilê ve bikeve tevgerê, dê ji aliyê hêzên hevpeyman ve bibe armanca êrîşê û wê li wan bê dayîn.’’

Ji aliyê xwe ve qaymeqamê qezaya Şingalê Mehma Xelîl jî, ji Bas re ragehand, em agahdar bûne ku hejmara çekdarên PKKê û vekirina binkeyên wan ên nû, bi awayekê zêde bûye û PKK naxwaze li Şingalê xwe vekişîne û dixwazin Şingalê bikin wek Qendîl, lê Amerîka, hêzên hevpeyman û UN nûnertiya wê ya Iraqê soz dane û gotine bi her awayekî be, dê Şingalê û êzdiya biparêzin û got: ‘’Soz dan du rê nedin bi ti hêzekî bibe metirsî li ser qezaya Şingalê.’’

Herwaha diyar kir, eger çekdarên PKKê bi awayekî aştiyane û dur ji tundiyê li çiyayê Şingalê vala nekin, êzdiyan ji wan re gotiye ku dê êrîş bikin ser wan û bi şer dê wan ji wê derê derxin.

Basnews
Top