MÛSIL – 2 hezar û 300 çekdarên DAIŞê hatine kuştin
Ev nêzîkî mehekê ye operasyona Mûsilê dest pê kiriye. Hêzên Artêşa Iraqê karîne xwe bigihînin nav bajêr lê niha pêşdeçûna hêzên ıraqî hêdî bûye.
Şirovekarê serbazî Îhsan Qeysûn derbarê guhertina tektîkên DAIŞê de dibêje, “DAIŞê sûd ji şerên din wergirtiye. Ji ber vê jî taktîkên xwe zû bi zû diguhere. Niha bi hejmareke kêm a çekdaran êrîşên bi lez dike da ku ziyanên wan kêm be û yê beramber jî zêde bibin. Herwiha êrîşên xwekujî jî dike.”
Fermandarê hêzên Dije Terora Iraqê Ebdulxenî Esedî jî diyar dike ku ew li gorî plana hatiye dariştin pêşve diçin.
Esedî ji Rûdawê re got: “DAIŞ xelkê sivîl weke mertalên zindî bikar tîne. Em dixwazin cane mirovên sivîl biparêzin. Em li bajarekî operasyonê dikin ku hejmara şêniya wê milyonek 500 hezar kes in. Ji ber vê jî dibe li hinek cihan operasyon bi sistî bimeşe. Ev jî bi taybet ji bo parastina xelkê sivîl e.”
Hêzên Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge ji destpêka operasyonê heta niha navçeyên Hemdaniye, Başîk, Bertile, Şore, Hemam Elîl û herwiha 100 gundên dora Mûsilê kontrol kirine. Artêşa Iraqê jî di nava Mûsilê de ketiye nav 10 taxan.
Li gorî amarên leşkerî ji destpêka operasyonê heta niha zêdetirî 2 hezar û 300 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku gelek berpirsên bilind ên DAIŞê jî di nav van kuştiyan de ne.
Rudaw
