• Monday, 23 February 2026
logo

Serokê eşîrê ereb: hejmara keçên revandî yên kurdên Ezîdî di navber 4-7 hezar kesan e

Gulan Media November 15, 2016 Nûçe
Serokê eşîrê ereb: hejmara keçên revandî yên kurdên Ezîdî di navber 4-7 hezar kesan e
Serokê eşîreta ereb aşkere kir ku di dema ku ev li Mûsilê bû zaniye ku hejmara keç û jinên êzîdî di navber 4 – 7 hezar kesan e.

Serokê eşîreta El teya, Şêx Sefugî Elheneş di hevpeyvînekê roja sêşemê(15.11.2015) ku di rojnameya heftane ya Basê de hatiye belav kirin, aşkere dike ku di destpêka dagîrkirina Mûsilê 10.06.2016 heta 16.10.2016 ê ve bin destê DAIŞê de bûye û di vê heyamê de zor bûyer dîtine û dibêje:”her salêke bin destê DAIŞê de, wek 25 sala bo min bûye.”

Şêx Sefugî hejmara kêç û jinên êzîdî jî aşkere kir ku:”di nav Mûsilê de çekdarên DAIŞê keç û jinên êzîdî difirotin ku karek ne însanî bû û wek min bihîstî hejmara wan keçan 4-7 hezar kesin.” Behsa vê yekê jî kir ku wan peywendiyek bihêz li gel eşîretên êzîdî hene û eşîretên êzîdiyan rêzdarin, û wî karê DAIŞ li hember keç û jinên ezîdî me pir dêşan wek vê ku ew kare li gel keçê me hatibe kirin.

Wî serok eşîrî her waha got ku destdirêjî hatiye kirin ser jin û keçên êzîdî û got:”her çekdarekî DAIŞê dikarî 3 ji wan keç ya jinan bi xwe bibe û paşan eger xwast di bazrê de bi 800 dolaran bifroşe ku heta niha di dîrokê de jî tiştên wa nebûye.

Basnews
Top