Wezîrên derve û bergirîya welatên endamên Yekîtîya Awropayê kom dibin
Li Broksil ya paytextê Belçîka, îro bi pişikdarîya 28 welatan kombûna wezîrên derve û bergirîya welatên endamên yekîtîya Awropa da dê bê kirin û biryare tewerê serekî yê kombûnê nûtirîn pêşhatên rewşa Tirkîyê bin.
Ji alîyê xwe ve ajansa Dî Debilyo ya Almanî belav kirîye: di kombûna îro da dê rewşa Tirkîyê piştî kodetayê û girtina endamên HDPê û rojnamenvîsan bê behs kirin.
Her wê ajansê daye zanîn jî: komisyona Yekîtîya Awropa di raportekê da li ser bi endambûna Tirkîyê di yekîtîyê da û reftarên vê dawîyê yên wî welatî, rexneyên dijwar li Tirkîyê girtine û nûnerên perlemanê Yekîtîya ewropa daxwaz kirîye, danustandinên bi endambûna wî welatî bi dawî bê yan bên hilawîstin.
War.tv
