• Monday, 23 February 2026
logo

Kî dibe wezîrê derve yê Amerîkayê?

Gulan Media November 15, 2016 Nûçe
Kî dibe wezîrê derve yê Amerîkayê?
Li gor medyaya Ewrûpî, di navbeyna berbijêrên post a wezareta derve ya Amerikayê de, niha navên du kesan derdikevin pêş. Rudy Giuliani, Şaredarê berê yê New York û John Bolton Balyozê berê yê Amerikayê di Neteweyên Yekbûyî de.

Li gor şirovevanan daxwaza Komarîxwazan, ji bo wergirtina postê wezîrê derve Bolton alternatîfek baştir e. Ji ber ku ew xwedî ezmûnek berfereh di siyaseta derve de ye.

Bolton wekî piştgirek xurt, ji bo serxwebûna Kurdistanê tê nasîn. Berî çendîn rojan di nivîseka xwe di rojnameya New York Post de, dîtina xwe ji bo Kurdistanek serbixwe eşkere dabû diyarkirin.

K24
Top