• Monday, 23 February 2026
logo

Kirwatya di warê tûrîzmê de dê alîkariya Herêma Kurdistanê bike

Gulan Media November 14, 2016 Nûçe
Kirwatya di warê tûrîzmê de dê alîkariya Herêma Kurdistanê bike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êvariya roja duşemê 14.11.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Îvan Yurîç balyozê nû yê Kirwatyayê li Îraqê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de, balyozê nû Kirwatyayê emin, aramî û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û got ku ew bi çavekê bi rûmet û qedir li wê berxwedana xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê li hember terorîstên DAÎŞ nîşan daye temaşe dikin û pêşmerge bergirîyê ji hemû pêkhateyên deverê, bê cudahî, dike û got ku, welatê wî jî li gor îmkanên xwe hewil daye alîkariya pêşmergeyê Kurdistanê bike.

Têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Kirwatyayê di civînê de hatin behis kirin û di vê çarçoveyê de, şandeya mêvan got ku welatê wê amadeye li gor ew tecrûbeya heye hevakriya vejandina infrastruktura Herêma Kurdistanê bike, bi taybetî di warê vekirina kursên meşiq û rahînanê ji bo karmendên sektora tûrîzmê.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li balyozê nû yê Kirwatyayê kir û hêvî xwest di kar û xebatên xwe de serkeftî be û ji bona wan lîkariyên di warê leşkerî de pêşkeşî pêşmergeyê Kurdistanê kirine, sipasiya welatê Kirwatyayê kir.

Serokwezîr diyar ku ku hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye baştirîn têkeliyên diplomasî û êkonomî, di hemû waran de, digel Kirwatyayê hebin, bi taybetî di warê tûrîzmê de ku Kirwatya dikare bi başî hevkariya Herêma Kurdistanêî bike û di vê çarçoveyê de amadehiya hikûmeta Herêma Kurdstanê nîşan da ku şandeyên taybetmendar ji her du aliyan bicivin û van pirsan gotûbêj bikin.

Top