Serok Barzanî pêşwaziya Serok û şandeke bilinda Kutleya El Muteahîdun kir
Li civînê de ku rêzdar Fazil Mîranî Sekreter û Dr Roj Nurî Şaweys û Hoşyar Zêbarî û Azad Berwarî Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, serkeftinên dawî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê li proseya azadkirina Musil û navçeyên din hate nirxandin û hemahengî û plana hevbeşa serbazî ya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi bilind hate nirxandin û şanda mîhvan ji bo wan serkeftinên li şerê dijî terorîstan bi dest hatine, pîrozbahiyê li Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û ragihand eger serkirdayetiya hekîmane û serkeftiya Serok Barzanî nebûya Da'îş bi wan hemû hêz û şiyanên xwe ve tuşî wê şikesta mezin nedibû û navçe li nava çarenûseke metirsîdar de dibû û ji bo qonaxa piştî Da'îş jî ku gelek hestiyare çavên me li rola girîng û serkirdayetiya rêzdare.
Her wiha spasî Hikûmet û gelê Kurdistanê kirin ji bo hewandina wê hejmara zêdeya penaber û lêqewimiyan û ragihand ku tu carî wê helwestê ji bîr nakîn.
Her li vê civînê de Serok Barzanî ragihand ku hewandina koçberan pêwîstî bi spas û pêzanînê tûne, ji ber ku ewe nirx û bihayê bilindê xelkê Kurdistanê ye. Di derbarê qonaxa piştî azadkirina Musilê û şikandina terorîstan, Serok Barzanî tekez kir ku berî destpêkirina proseya azadkirina Musilê çend carek min daxwaz kir ku li gel proseya serbazî pêwîste rêkkeftineke siyasî hebê, heta paşaroja pêkhatan parastî bê û hemû eger û gefan li ber çav bigrin, niha jî ku lîjneya hemahengiyê heye, hêviya me eweye bi cîddî kar ji bo qonaxa piştî Da'îşê bê kirin û hemahengiyek hebê ku rê li dûbarebûna karesatan bê girtin.
Her li civînê de behsa mekanîzmeyên hemahengiya di navbera aliyan ya ji bo rûbirûbûna wan gefên piştî azadkirina Musilê têne pêş kirin. Bi cûreyek ku aramî ji bo hemû pêkhatên parêzgehan bê mîsoger kirin û jiyan û malê wan parastî bê û bawerî ji bo wan vegerê.
