• Monday, 23 February 2026
logo

Ji ber bûyerekî şewatê ji yek malbatê 7 kes bûn qurban

Gulan Media November 14, 2016 Nûçe
Ji ber bûyerekî şewatê ji yek malbatê 7 kes bûn qurban
Bûyerekî şewatê li qampa Leylanê ya sînorê Kerkûkê pêkhat û ji ber wê şewatê, 3 kesên ji yek malbatê jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor peyamnêrê BasNewsê li Kerkûkê ragehand, şeva borî di demjimêr 02:50 de ber bi serê sibê bûyera şewatê di nav qampa Leylanê ya penaberên sînorê parêzgeha Kerkûkê pêkhatiye.

Herwaha hat zanîn, agir ji ber zarokê wê malbatê şev ji xew rabûye û sobe pêxistiye û ew jî bûye sedem ku agir bi xîvet ango kon ketiye.

Peyamnêrê BasNewsê aşkera kir, ku di encama bûyerê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn û hemû jî, ji yek malbatê de ne.

Basnews
Top