Ormiye...5 girtiyên kurd hatin darvekirin
Li gor rapora malpera mafê mirovan(Hengaw) îro danê sibê cezayê darvekirina wan 5 hemwelatiyên kurd bi hêceta kirîn û firotin û bikarhînana madeyên hişber , li nav zindana Ormiyê de pêk hat.
Cihê gotinê ye ku di destpêka vê mehê ve heta niha 15 girtî ji aliyê dezgehên dadwerî yên Îranê ve hatine darvekirin. Herwaha navên kesên ku hatine darve kirin waha ye: Arif Îsmaîlî, Mehkûm Xidirî, Kerîm Teqîzade (Endazyar), Fayîq Abidî û Cevad Esxerî.
Hat zanîn meyîtê wan pênc kurdên hatine darve kirin îro radestî malbatên wan hatine kirin.
Basnews
