'Hevpeyman daxaz ji PKKê dikin Şingalê vala bikin'
Berpirsê leqê partiya demokrata Kurdistanê (PDK)ê ji BasNewsê re ragehand ku partiya karkerên Kurdistanê(PKK) bi navê YPJ, YPG, YBŞ û gerîlayên Şingalê û jinên Şingalê yekîneyên Şingalê û bi dehan navên din rêxistinên leşkerî avakiriye ku hemû ser bi PKKê ve ne û hemû jî bi dû fitne derxistinê de ne, bi taybet jî di navber pêkhatyên Şingalê ji bo nimûne, jî niha dixwazin navbera Êzidî û misilmanan û şîe û sunneyan têk bidin, heta ku bikaribe xwe li wê navçê serdest bike û bi vê rêyê jî alîkariya partiya yekîtiya demokra(PYD) bike.
Wî berpirsî herwaha got:” PKK dixwaze Şingalê bike Qendîla duyem, û xalek din, PKKê dest bi revandin û girtina kur û keçên êzîdî kiriye ji bo vê jî xelkê Şingalê ji PKKê nerazîne û li ser PKKê gel civaka navnetewî dozê vedikin.”
Herwaha ev yeke jî got: ku hevpeyman li ser xetêne ji bo ku PKKê ji Şingalê derbikeve.
basnews
