• Monday, 23 February 2026
logo

Amerîka serkeftinên pêşmerge li devera Mûsilê bilind dinirxîne

Gulan Media November 13, 2016 Nûçe
Amerîka serkeftinên pêşmerge li devera Mûsilê bilind dinirxîne
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja yekşemê 13.11.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Doglas Silîman balyozê Amerîkayê li Îraqê û şandeya pê re kir û balyoz Amerîkayê serkeftinên vê dawiyê yên hêzên pêşmergeyê Kurdistanê li dijî terorîstên DAÎŞ li devera derdûra Mûsilê bilind nirxandin û tekîd kir ku di operasyona azadkirina Mûsilê de hevahengî û hevkariyeke baş di navbera pêşmerge, arteşa Îraq û hevpeymanan de heye û bi ji ber vê yê kserkeftinên baş bi ser terorîstan de bi dest hatine.

Balyozê Amerîkayê behsa serdana xwe ya bo kampên koçber û penaberan yên li Herêma Kurdistanê kir û eşkere kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn awayî pêdawîstiyên sereke ji koçberan re dabîn kirine û got jî ku gelek pêwîste civaka navdewletî zêdetir di vê çarçoveyê de alîkariya Herêma Kurdistanê bike.


Şandeya mêvan behsa têkeliyên anvebra Herêma Kurdistanê ji aliyekî û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayî ji aliyek din kir û diyar kir ku ew tîkelî di vê dawiyê de bi awayekî baş ber bi pêş ve çûne û hêvî xwest ku Hewlêr û Bexda pirsên hilawîstiyên navbera wan de hene bi danûstandin û diyalog çareser bikin.

Nêçîrvan Barzanî alîkariyên hevpeymanan bo hêzên pêşmerge bilind nirxand û got ku wan hevkarî û alîkariyan di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de roleke ber bi çav hebû.

Serokwezîr got ku divê paralel digel operasyona azadkirina Mûsilê çareseriyeke minasib ji bo rewşa Mûsilê a piştî DAÎŞê bê dîtin ku hemû pêkhateyên wê deverê bi awayekî wekhev beşdariyê di pirosesa siyasî û îdarî de bikin.

Rewşa herêmî bi giştî û dawî pêşhatên şerê dijî terorê li Îraq û deverê bi taybetî û qonaxa piştî binbirkirina terorîstên DAÎŞ hin mijarên din yên civîna navbera serowkwezîrê Kurdistanê û balyozê Amerîkayê yê li Îraqê bûn.
Top