Amerîka serkeftinên pêşmerge li devera Mûsilê bilind dinirxîne
Balyozê Amerîkayê behsa serdana xwe ya bo kampên koçber û penaberan yên li Herêma Kurdistanê kir û eşkere kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn awayî pêdawîstiyên sereke ji koçberan re dabîn kirine û got jî ku gelek pêwîste civaka navdewletî zêdetir di vê çarçoveyê de alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
Şandeya mêvan behsa têkeliyên anvebra Herêma Kurdistanê ji aliyekî û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayî ji aliyek din kir û diyar kir ku ew tîkelî di vê dawiyê de bi awayekî baş ber bi pêş ve çûne û hêvî xwest ku Hewlêr û Bexda pirsên hilawîstiyên navbera wan de hene bi danûstandin û diyalog çareser bikin.
Nêçîrvan Barzanî alîkariyên hevpeymanan bo hêzên pêşmerge bilind nirxand û got ku wan hevkarî û alîkariyan di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de roleke ber bi çav hebû.
Serokwezîr got ku divê paralel digel operasyona azadkirina Mûsilê çareseriyeke minasib ji bo rewşa Mûsilê a piştî DAÎŞê bê dîtin ku hemû pêkhateyên wê deverê bi awayekî wekhev beşdariyê di pirosesa siyasî û îdarî de bikin.
Rewşa herêmî bi giştî û dawî pêşhatên şerê dijî terorê li Îraq û deverê bi taybetî û qonaxa piştî binbirkirina terorîstên DAÎŞ hin mijarên din yên civîna navbera serowkwezîrê Kurdistanê û balyozê Amerîkayê yê li Îraqê bûn.
