Serokwezîr pêşwazîyê li Patiryakê dêra Rojhilatî ya Aşûriyan dike
Di civînekê de, Silêwe, ew pêkvejiyana li Herêma Kurdstanê di navbera hemû pêkhateyan, mezheb û olan de heye û mêrxasî û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstên DAÎŞ de, bi taybetî di operasyona azadkirina Deşta Nînewa de, bihevahengî digel arteşa Îraq û hevpeymanan, qedir û rûbet nirxandin.
Navborî sipasiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziya koçber û penaberên mesîhî kiriye û ew hewandine û xizmetgozxariyên pêwîst pêşkeşî wan kirine. Hêvî xwest ku koçber bo ser mal û mikê xwe vegerin û jiyana wa ya parastî be û deverên wan jî bên avadan kirin.
Nêçîrvan Barzanî got ku ew bi her awayî lêdixebitin ku kultura pêkvejiyanê, biratî û wekhevîyê kûrtir bibe û hikûmeta Herêma Kurdistanê şanaziyê bi wê pêkvejiyan û biratiya di navbera hemû pêkahteyan de li Herêma Kurdistanê heye dike û hêvî xwest ku ew pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê heye hemû deverên din yên Îraqê vegire.
Serokwezîr behsa hevkarî û alîkariyên xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê bo koçber û penaberên destê terorê yên ber bi Herêma Kurdistanê hatine ku bê cudahî xizmeta hemûyan kiriye kir û tekîd kir ku ew dê alîkariya hemû wan koçberan bikin ku li paşerojê bo ser mal û mikê xwe vegerin û bawerî di navbera hemû pêkhateyan de dirust bibe.
Barzanî hêvî kir ku konferensa dêra Rojhilatî ya aşûriyan li Hewlêrê bi serkeftî xebat û çalakiyên xwe bidawî bîne.
