• Saturday, 31 January 2026
logo

Omer Şerîf dibe Cihû

Omer Şerîf dibe Cihû
Govareke Fransî belavkir ku hunermendê navdarê Misr û cîhanê, Omer Şerîf ji Îslamê paşdezîviriye û bûye Cihû.

Rojnameya (Elle)ya Fransî belavkir ku Omer Şerîf ku yeke ji stêrkên Hollyood, ji ola Îslamê paşdezîviriye û çûye ser mezheba Elkabala ku yeke ji mezhebên ola Cuhuyan. Hevdem navê Omer Şerîf di lîstekê de hatiye nivîsîn ligel navê stêrkên navnetewî yên weke Madona ku hewl didin bo jihevnêzîkkirina Haxam (zilamên ola Cihûyan)ên navbera Îsraîl û Amerîka de û kempîna alîkarîkirina senterên Sofîtiya Cûhuyan li cîhanê.

Li gor nûçeya vê govarê Omer Şerîf ev 2 salin li ser destê Berpirsê Belavkirina Mezheba Elkabalaya Cihuyan li Amerîka û Ewropa, Rav Bîrg hatiye ser vê olê û ji Îslamê paşdezîviriye.

Rudaw
Top