Serokê parlamentoya Ewropa li ser îdamê hişyariyek tund da Tirkiyê
Ev çend car in serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan behsa vegerandina cezayê îdamê dike. Erdogan herî zêde piştî kûdetaya 15 Tîrmeha îsal îdam xistiye rojevê. Erdogan duh jî behsa îdamê kir û got, eger qanûna vegerandina îdamê were ber destê min ezê îmze bikim.
Li ser vê yekê, serokê parlamentoya Ewropa, Martin Schulz ji rojnameya Bild a Almanî re axivî û got, eger hikûmeta Tirkiyê dîsa îdamê vegerîne û di cezakirina sûcdaran de bikbar bîne wê çaxê xeta me ya sor binpê dike.
Martin Schulz her wiha got, eger îdam li Tikriyê were vegerandin wê çaxê emê hevdîtinên endamtiya Tirkiyê bo Yekitiya Ewropa bidin sekinandin û dibe ku di warê aborî de jî hinek ceza bidin Tirkiyê.
Cezayê îdamê li Tirkiyê, sala 2004 bi fermî ji aliyê parlamentoya wî welatî ve hat betalkirin. Hikûmeta Tirkiyê dibêje, ji sala 1984ê ve heta wê salê ti kes nehatibû îdamkirin.
Basnews
