Encûmena Şingalê: PKK bi piştevaniya Bexdayê rê li pêş vegera xelkê Şingalê digre
Serokê encûmena qezaya Şingalê Weysî Nayîf ji BasNewsê re ragehand, sedemê serekî yê nevegera penaberên Şingalê bo ser milk û malên xwe, hebûna milmilaneya siyasî ya li herêmê ye û got: ‘’Xelk ji wê ditirse ku zarokên wan bên revandin. Eger na tu metirsiyek li ser Şingalê nemaye, bi taybet jî li sînorê bajarokê Sinunê, hêzekî zêde yê Pêşmerge hatiye bicîh kirin.’’
Serokê encûmena qezaya Şingalê ew yek jî zelal kir, ku eger PKK li herêmê nemîne hemû xelk wê vegere ser milk û malên xwe û dest bi jiyana xwe ya asayî bikin.
Weysî Nayîf got, hikûmeta Iraqê naxwaze xelkê Şingalê vegere herêmên xwe û got: ‘’Eger bixwastan wê Bexdayê piştevanî li hebûna PKKê li Şingalê nekiriba û mûçeyê çekdarên PKKê ne dida.’’ Herwaha amaje bi vê jî kir ku eger Bexda mûçe û alîkariyê dike bo hêzên PKKê li Şingalê dernekevin. Weysî Nayîf got; Ez bawerim PKK li Şingalê namîne û xelk jî wê vegere bajarê xwe.
Dawiyê de jî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, piştevaniyê li PKKê neke ku li Şingalê bimînin.
Basnews
