Artêşa Iraqê bajarê Nemrûd ê dîrokî kontirolkir
Derbarê vê yekê şaneya ragehandina şer di Artêşa Iraqê de daxuyaniyek belav kir, tê de tekez ku, bajarê Nemrûd ê dîrokî hate rizgarkirin, da zanîn ku, berî wê jî gundê El-Nûmaniyê ku, dikeve başurê bajarê Nemrûd kontirolkirbûn.
Artêşa Iraqê di 17ê meha borî de operasyona rizgarkirina Mûsilê destpêkirbû, Hêzên Pêşmerge jî ji sê aliyan ve êrîş kir, heta niha gelek bajar û navçe kontirolkirine.
K24
