OPERASYONA REQAYÊ - Qonaxa yekemîn bi dawî bû
Fermandara Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Rojda Felat ragihand, şeva 12ê Mijdarê qonaxa yekemîn a operasyona Reqayê ku weke “Xezeba Firatê” tê binav kirin, bidawî bûye.
Firat ji medyayên nêzîkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk re got: “Heya niha 40 ji çeteyan rizgar kirin û derdora 20 mezre ji çeteyan rizgar kirin.Hêzên me dest bi paqijkirina gundên rizgarkirî û rakirina bombeyan kirine.”
Rojda Felat herwiha diyar kir ku ew dê di nava çend rojan de encamên operasyonê bi civîneke rojnamevanî ji rayagiştî re eşkere bikin.
Roja 6ê Mijdarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku pêşengiya wê YPG dike, bi daxuyaniyekî eşkere kiribû ku operasyona Xezeba Firatê dest pê kiriye. Armanca vê operasyonê kontrolkirina Reqayê ye.
Rudaw
