DAIŞê roja dawetê zavayê kurd ceza kir
Mihemed Necîm ciwanekî kurdê şebeke û ji gundê Faziliyê ye. Piştî ku gundê wan ji aliyê DAIŞê vet ê dagirkirin, ew jî naçar dimîne ku weke hemû zilaman riyên xwe dirêj bike. Lê di dema zewaca xwe de, bûk daxwazekî jê dike.
Zava Mihemed ji Rûdawê re wiha behsa wê serpêhatiyê kir:
“Gelek ji riyên dirêj aciz im lê ji ber çekdarên DAIŞê neçar bûm ku bihêlim. Ev yasaya wan bû. Li her navçeyekî navendeke wan ê dadgehkirina xelkê hebû ku jê re digotin Şer’iye. Gundê me jî ser bi gundê Omer Qamçî bû û dadgeha wan di wî gundî de bû.
Roja dawetê hevjîna min daxwaz kir ku riyên xwe hinekî kurt bikim. Ez jî çûme ber eynikê lê dudil bûm. Yan dê ji tirsaan riyên xwe kurt nekim û dilê hevjîna xwe bihêlim, an jî dê dilê hevjîna xwe xweş bikim lê DAIŞ min ceza bike. Di dawiyê de min ji xwse re got, zavayan ceza nakin û bi meqesê hinek rihên xwe sererast kir û birî.”
Mihemed Necîm dibêje piştî wê cûne bûk veguhestine û bê şahî û bê dawet aniye malê. Di wê kêliyê de du çekdarên DAIŞê hatine û ew birine dadgehê.
Mihemed wiha dibêje, “Ez birim gundê Omer Qamçî. Yekse gotin ku te riyên xwe birî ye. 2 seetan ez li wir girtim û paşî 50 hezar dînar ceza dane min û ez berdam.”
Ciwanê kurd dibêje di du salên derbasbûyî de wan gelek zorî û zehmetî û zulm ji destê DAIŞê dîtine lê ev bîranîn ti caran ji bîra wî naçe.
Ew dibêje, “Li tenişta hevjîna min ez birim. Hevjîna min giriya û kire hewar û got, ji bo xatirê xwedê nebin, lê wan guh neda.”
Ciwaneke din ê gundê Faziliyê ku navê wî Nektel Casim e, dibêje, “Jiber rî û simbêlan gelek caran hevjîna min şerê min dikir. Di nav mala me de nexweşî çêdibû lê em nediwêriyan riyê xwe traş bikin.”
Nektel dibêje wî hizreke balkêş jî kiriye lê cîbicî nekiriye û wiha behsa wê hizra xe dike:
“Min hizir kir ku riyên xwe traş bikim û paşî bo xwe riyeke bi dest çêkim. Di mal de riyê xwe derbixim û li derve bi wan riyan bigerim. Lê dîsa jî newêriyam.”
Rudaw
