• Friday, 27 February 2026
logo

Li Efrînê teqîn: Şehîd û birîndar hene

Gulan Media November 13, 2016 Nûçe
Li Efrînê teqîn: Şehîd û birîndar hene
Li bajarê Efrînê teqîn li nokteke kontrolê nîzîkî Gundê Xezewê a herêma Şêrewa de rûda û di encamê de şehîd û birîndar hene.

Li gor agahiyan îro danê sibê teqînek li ser nokteke kontrolê nîzîkî gundê Xezewê girêdayî herêma Şêrewa Efrînê rûda û kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene.

Heta niha derbarê hijmara kesên jiyana xwe ji dest dane agahî nîne lê tê gotin derdora 50 kesan birîndar bûne. Birîndar niha li nexweşxaneyên Efrînê têne dermanrkirin.

Li gor hin çavkaniyên xwecihî teqîn di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de çêbuye û herwiha hin çavkaniyên xwecihî yên din jî dibêjin ku otomobîlek mînkirî li ser rêbendê hatiye teqandin.

Di heman demê de derdora bajrê Efrînê tê topbarankirin.

Rudaw
Top