• Friday, 27 February 2026
logo

PDK bi tundî li dijî wê ye Bexda rasterast rêveberiya parêzgehan muxateb bigire

Gulan Media November 13, 2016 Nûçe
PDK bi tundî li dijî wê ye Bexda rasterast rêveberiya parêzgehan muxateb bigire
Firaksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê bi tundî li dijî ewên ku daxwaz ji Bexdayê kirine rasterast rêveberiya parêzgehan muxateb bê girtin, nerazîbûn nîşan da û ragihand, yên wê yekê dixwazin “xiyanetê li gelê Kurdistanê dikin û xwefiroş in”.

Firaksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê, di daxuyaniyeke nivîskî de, ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, eşkere kiriye ku li nav Herêma Kurdistanê hinek kes û aliyan daxwaza wê yekê ji Bexdayê kirine ku “eger rêkeftina vê dawiyê ya Hewlêr û Bexdayê bi ser neket bila Bexda rasterast rêveberiya parêzgehan muxateb bigire”.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hevpeymaniya şîe ya bi navê Dewleta Yasa, ku ji aliyê serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ve tê birêvebirin, ew agahî daye û ragihandiye ku hinek kes û aliyên Kurdistana Başûr daxwazeke wiha pêşkêşî Bexdayê kirine.

Firaksiyona PDKê bi tundî li dijî wê yekê derketiye û ragihandiye, “Em ji wan kes û aliyên ku ev daxwazî kirine re dibêjin ku daxwaziya wan tê wateya dijîtiya serxwebûn û mafên rewa yên gelê Kurdistanê, tê wateya xiyanetkirin û xwefirotinê…”

Basnews
Top