• Friday, 27 February 2026
logo

Serokwezîrê Iraqê: Heta niha DAIŞê 35 milyar dolar ziyan gihandiye Iraqê

Gulan Media November 12, 2016 Nûçe
Serokwezîrê Iraqê: Heta niha DAIŞê 35 milyar dolar ziyan gihandiye Iraqê
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dibêje, heta niha ji ber şer û êrişên DAIŞê 35 milyar dolar ziyan gihîştiye Iraqê.

Heyder Ebadî îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ziyan û zirara ku DAIŞê gihandiye Iraqê 35 milyar dolar hatiye texmînkirin.

Ebadî behsa wê yekê jî kir ku ti welatekî kendavê alîkariya Iraqê nekiriye tenê Amerîka bi qasî 2 milyar dolar alîkariya Iraqê kiriye.

Serokwezîrê Iraqê her wiha anî ziman, yên ku li Iraqê bûn sebeba wê ku DAIŞ êrişî Iraqê bike dê bên cezakirin.

basnews
Top