Serok Barzanî pêşwaziya Patrikê Dêra Rojhilatî ya Aşûrî kir
Li hevdîtinê de Patrîkê Dêra Rojhilata Aşûrî li axaftina xwe de spasî hewlên Serok Barzanî yên ji bo parastina pêkhatan û azadkirina navçeyên mesîhî nişînên deşta Nînowa kir û her wiha pêzanînên xwe ji bo peyam û siyaseta Serok Barzanî hebû ku ji bo mesîhiyên Kurdistan û Iraqê peyama dilniyayîker û hêvî bexşin. Her wiha spas û pêzanînên Dêra Rojhilata Aşûrî ragihand li beranber hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê yê penadan û hewandina koçberan û dabînkirina pêdivî û parastina jiyana wan û eve jî xisterû ku ew hemû handerekî bi hêzin ku mesîhî bi hêviyeke mezin ve vegerin navçeyên xwe. Li beşekî dinê civînê de şanda mîhvan pîrozbahiya serkeftinên hêzên Pêşmerge kir û pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana Pêşmerge yê li şerê dijî terorîstên Da'îş hebû. Endamên Encûmena Sênhadosê pîroza Dêra Rojhilata Aşûrî hêviya pêşketin û xweşguzeranî û aştiyê ji bo gelê Kurdistanê û pêkhatên olî û neteweyiyan xwest.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û ji bilî balkişandina rewşa meydanî ya bereyên şer li deşta Nînowa behsa rêkkeftin û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kir û ragihand ku serkeftineke gelek mezin li ser destê Pêşmerge pêkhatiye. Her wiha eve jî xisterû ku terorîstan kavilkariyekî zêde li pişt xwe bi cîh hiştine û pêwîste navçeyên azadkirî bêne avadan kirin û xelk vegerin warên xwe û ji bo vê mebestê jî hewlekî ciddî ya civaka navdewletî pêwîste.
