• Friday, 27 February 2026
logo

PKKê êriş li xwe girt

Gulan Media November 12, 2016 Nûçe
PKKê êriş li xwe girt
YPS ku baskê leşkerî yê ciwanên PKKê li nav bajarên Bakurê Kurdistanê ye, ragihand, ku wan qeyûmê Dêrikê kuştiye.
Navenda Nûçeyan – PKKê berpirsatiya kuştina qeyûmê Şaredariya Dêrikê û 3 pasevanên wî li xwe girt.

Medyaya ser bi Partiya Karkerên Kurdisatanê (PKK) ve îro înê ragihand, ku Yelîneyên Parastina Sivîlan (YPS) ku baskê leşkerî yê ciwanên PKKê ye, berpirsatiya kuştina qeyûmê Şaredariya Dêrikê Muhammed Fatih Safiturk û birîndarkirina 3 ji psevanên wî, di encama çalakiyeke çekdarî de qebûl kir.

Di daxuyaniya YPSê de ku medyaya PKKê belav kiriye, hatiye gotin: Me, ev operasyona leşkerî bo tolhildana hevla me ya şehîd Roza Amed û ew guvaşa hikûmeta faşîzma AKPê ye ku li dijî xelkê Kurdistanê û herêmê encam dide, pêk anî.

YPSê herwiha ragihandiye, ku di çalakiyê de şervanekî wan jiyana xwe ji dest daye.

Duh roja pênşemî, saet 12.15ê li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê li hemberî avahiya Qayimeqamiyê êrîşeke bombeyî pêk hatibû.

Di encama êrîşê de 3 kesên sivîl û Qayimeqamê Dêrikê, Muhammed Fatih Safiturk navçeyê jî birîndar bibûn. Piştre ji ber giraniya birînan, Muhammed Fatih Safiturk ku di êrîşa duh de birîndar bibû, jiyana xwe jidest da.

Qaymiqamê Dêrikê Muhammed Fatih Safiturk, piştî ji kar dûrxistina şaredarên Dêrikê, weke qeyûm hatibû erkdarkirin.

rudaw
Top