Wezîrê Derve yê Almanya daxwaza serdana Demirtaş dike
Berdevkê Wezareta Derve ya Elmanya Martin Schafer diyar kir ku, wê serdana Wezîrê Derve Frank-Walter Steinmeier ya ji bo Tirkiyê sê rojan berdewam bike.
Martin Schafer anî ziman ku, Steinmeier dixwaze serdana hevserokên HDPê yên hatine girtin bike û ragihand, amadekariyên ji bo vê serdanê berdewamin û hê jî me bersivek erênî wernegirtiye.
Berdevkê wezareta derve destnîşan kir ku, wê hemû hewldanên Elmanya ji bo azadkirina parlamenterên HDPê berdewam bike.
Mijarên serekî yên serdana Steinmeier ya ji bo Tirkiyê wê girtina parlamenterên HDPê, peywendiyên herdu aliyan û rewşa penaberan be.
K24
