Bi belge... parlementerek gendeliya Malikî aşkere dike
Parlementera hevpeymaniya dewleta yasa, Aliye Nuseyf di belavkirina belgeyan de, wezirê berevaniyê Iraqê, Xalid Ubeydî tohmetbar dike ku di dema peymanên de gendelî û “Rişwet xwariye” ku di serdema serokwezîriya Nûrî Malikî de pêk hatine û di heman demê de fermandarê giştî yên hêzên çekdarê Iraqê bû.
Li gor belgeyan ku ji Aliye Nuseyf de hatiye belav kirin, hikûmeta Iraqê peymanek di 14 nîsana 2014ê de li gel şîrketa Apoloyê ya Bulgarî ji bo kirina 50 hezar çekên Klaşnikof îmza kiriye.
Herwaha wê parlementerê belavkiriye ku şîrket ji vê peymanê poşman bûye û 50 hezar çekê (Vz-58) ji bo atêşa Iraqê bi navê çekên Kilaşnikofê şandiye.
Basnews
