DAIŞê ferman da çekdarên xwe: Êrişî AKP û Tirkiyê bikin!
Li gorî nûçeya Sputînkê, DAIŞê di kovara xwe ya bi navê “Rumiyah” de, ku çend roj berê derketibû û bi 8 zimanan weşanê dike, bangî endam û çekdarên xwe yên li Tirkiyê kiriye endamên AKPê, polîs,leşker û dadgerên Tirkiyê bikujin.
DAIŞê, derheqê teqîna vê dawiyê ya Amedê de jî, ku rayedarên Tirkiyê avêtibûn stûyê PKKê, ragihand ku ew teqîn bi fermana mezinê wan Ebûbekir Bexdadî hatibû kirin. Rêxistina rojekî piştî teqînê jî berpirstiya teqînê girtibû ser xwe.
DAIŞê di dawiyê de wiha gef li hikûmeta Tirkiyê xwariye: Îro gava hikûmeta Tirkiyê şer li dijî dewleta îslamî (DAIŞ) dike tê wê wateyê ku bi kêrê qirka xwe jê dike, bi destê xwe şahdarmara xwe jê dike. Bi destê xwe, xwe dixeniqîne.Bi destên xwe mala xwe xera dike.
Basnews
