Kurdên êzidî bi merasimeke olî vegeriyan Başikê
Piştî zêdetirî 2 salên dagirkeriya DIŞIê, navçeya Başîkê di nava vê hefteyê de bi operasyoneke berfireh ji terorîstên DIŞIê hate paqijkirin.
Navçeya Başîkê dikeve 20 kîlometre bakûrê rojhilatê Mûsilê. Beriya dagirkirina DIŞIê hejmara şêniya navçeyê bi giştî 140 hezar kes bûn ku ji sedî 70 ji wan kurdên êzidî, ji sedî 20 mesihî û ji sedî 10 jî misliman û şebek bûn.
Hêzên Pêşmerge ev du heftebûn Başîk dorpêçkiribûn. Roja 7ê Mijdarê jî bi operasyonekê navçe hate kontrolkirin.
