Artêşa Tirkiyê Efrîn topbaran kir –YPG: Emê bersiva her êrişekê bidin!
Yekîneyên topxane yên Artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina sînorê kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kirine.
Artêşa Tirkiyê bajarokê (nahiyeya) Şiyê ya girêdayî Efrînê ji duv şev ve bi giranî dide ber topan, ku di encamê de zirarên mezin ên canî û maddî çê bûye.
Li gorî zanyariyan, topbarana Artêşa Tirkiyê di saet 02:50 AM de dest pê kir û yekîneyên topxaneyî yên Artêşa Tirkiyê yekem car gundê Senare yê ser bi bajarokê Şiyê ve bi giranî topbaran kirin.
Herwiha piştre, Artêşa Tirkiyê her du gundên Merwaniye û Hêkce yên girêdayî bajarokê Şiyê jî bi giranî dan ber topan.
Hat zanîn, ku di encama topbaranê de, 54 gulleyên tope li her sê gundên Senare, Merwaniye û Hêkce yên girêdayî bajarokê Şiyê ketine.
Di encama wan topbaranan de, li gorî agahiyan, 1 kes şehîd ketiye.
Ji aliyekê din ve, rûniştvanên gundê Şadiya yê girêdayî bajarokê Raco yê Efrînê jî li dijî kirdarên leşkerên Tirkiyê yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek hat kirin.
Çavkaniyekî xwecihê ji Rûdawê re ragihand, xwepêşandana welatiyên gundê Şadiya rastî êrişa leşkerên Artêşa Tirkiyê hat û leşkeran gulle berdan welatiyên sivîl.
Li gorî zanyariyên heman çavkaniyê, di encama gulleberdana leşkerên Tirkiyê de, 8 xwepêşander birîndar bûn, ku bo dermankirinê ji bo nexweşxaneya Efrînê hatin veguhastin.
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê, Firat Xelîl jî li hember êrişa Artêşa Tirkiyê bo ser sînorê Efrînê daxuyanî da.
Firat Xelîl li hember berdewambûna topbarankirina sînorê Efrînê hişyarî da Tirkiyê û got, ew dê ji niha pê ve bersiva her êrişeke Artêşa Tirkiyê bidin.
Rudaw
