Trump PKKê û Tirkiyê tîne bal hev!
Hatina Donald Trump a li ser serokatiya Amerîkayê di rojeva partî û aliyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê de ye. Li gorî Komeleya Şoreşgerên Kurd DDKD'ê ku bi HDP'ê re di nava yekitiya hilbijartinê de bûn, Trump dê li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke nû ya aştiyê bide destpêkirin.
DDKD di wê baweriyê de ye, ku Trump dixwaze PKK û Tirkiyeyê bîne bal hev û bi vî awayî projeya xwe pêk bîne.
Sekreterê Giştî yê DDKD'ê Evdilhay Okumuş derbarê hilbijartina Donald Trump weke Serokê Nû yê Amerîkayê de ji Rûdawê re axivî û got:
“Divê ku Trump hêzên kurdan û dewleta tirkan dîsa ji bo despêka pêvajoyeke çareseriyê bîne ba hev. Wan bîne ser maseyê. Dema di maseyan de hevdîtin dest pê bike jixwe ev yek despêka pêvajoyeke çareseriyê ye.”
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) jî dibêje, hatina Trump girîng e lê divê kurd ji siyaseta nû re amade bin.
Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Refîq Karakoç jî li ser heman mijarê daxuyanî da Rûdawê û amaje kir: “Eger miletê kurd bikaribe yekitiya xwe tevgera xwe çêbike. Di her çar perçeyan de alîkarî û piştgiriya hev bikin, rizgariya me ev e.”
Hereketa Azadiyê jî ku hereketeke kurd û îslamî ye, bi hatina Trump xweşbîn e. Ew dibêjin Trump kurdan weke aktoreke sereke dibîne û lewre dê piştgiriya kurdan bike.
Kordînatorê Hereketa Azadiyê Alî Fuat Doguç jî ji Rûdawê re diyar kir:
“Rayedarên berê yên Amerîkayê piştgirî didan kurdên Başûr û Rojava. Hêviya me ew e ku Trump jî piştgiriya kurdên Bakur bike. Herwiha ji bo çareseriyê pêvajoyeke nû ya aştiyê bide destpêkirin.”
Piraniya partî û hêzên kurdî hatina Trump ji bo bidestxistina mafên neteweyî weke şansekî dibînin. Lê ew dibêjin serkevtina vî şansî bi helwesta kurdan ve jî girêdayî ye û tekez dikin, ku bêyî yekitiyê kurd nagihijin cihekî.
Rudaw
